Li Swîsreyê roja dawî ya hilbijartinê: Dema têkbirina Erdogan e

Muşahîda sindoqê ya Partiya Çepên Kesk Rabî Baldemîr bi bîr xist ku dengdan wê heta saet 22:00 ê îro dewam bike û got, "Bi dengdanê em ê karibin vê desthilatdariyê têk bibin."

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê dengdana li derveyî welat roja çaran li pey xwe hişt. Li gorî hilbijartinên 14'ê Gulanê rêjeya tevlîbûnê zêde ye. Dengdan wê îro bi dawî bibe.

Li Swîsreyê di roja 4'an a dengdanê de li bajarên Zurîch, Bern û Cenevreyê li 31 sindoqan heta niha 61 hezar û 866 hilbijêran deng dane. Li Swîsreyê di nava 4 rojan de ji 105 hezar û 820 hilbijêrên qeydkirî heta niha 61 hezar û 886 hilbijêran deng dane. Ev hejmar di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 60 hezar û 47 hilbijêr bû.

Ji bo dengdêr bigihêjin cihê dengdanê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Swîsreyê bênavber kar dikin. Ji roja destpêkirina dengdanê û vir ve ji Baselê ber bi Zurîchê ve otobus têne şandin.

'DEMA TÊKBIRINA ERDOGAN E'

Tevlîbûna zêde ya hilbijêrên ciwan balê dikişîne. Şevger Turk ê li paytext Bernê dimîne yek ji van ciwanan e. Şevger ji ber nexweşiyê di tûra destpêkê de nekarî dengê xwe bi kar bîne, bang li her kesî kir ku deng bidin û got, "Em di dema têkbirina Erdogan de ne. Derfeteke dawî di destê me de heye. Dengekî me heye, divê em zanibin ku eger em wî dengî bi kar nînin em ê poşman bibin. Banga min li ciwanan hemûyan e, çi dikin bila bikin bila dengê xwe bidin. Ne tenê gelê Kurd, her wiha gelê Tirk, sosyalîst, hemû beşên civakê divê dengê xwe bidin. Ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo paşeroja zarokên me, ji bo welatekî demokratîk, ji bo paşeroj û azadiya Kurdan divê vê yekê bikin. Banga min li ciwanên Kurd ew e ku ti carî hêviya xwe winda neke. Hêviya me ne tenê dengdan e. Ev yek tenê amûreke. Li dijî Erdogan divê her kes dengê xwe bide Kiliçdaroglû."

'HETA SAET 22:00 DIKARIN DENGÊ XWE BIDIN'

Muşahîda Partiya Çepên Kesk Rabîa Baldemîr jî bal kişand ser tevlîbûna xurt a li dengdanê û got, "Ji bo bidawîbûna dengdanê roja dawî ye. Em bang li jin, ciwan, xizan, kedkar; her kesî dikin. Herî zêde jin di dema desthilatdariya Erdogan de hatin qetilkirin. Peymana Stenbolê hate betalkirin. Her wiha herî zêde Kurd di dema desthilatdariya Erdogan de hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê divê em dengê xwe bidin û hesab ji Erdogan bipirsin. Doh dayikek 83 salî hat dengê xwe da û ji me re got ku xwedî li dengê wan derkevin. Ji bo hesabpirsîna ji vê desthilatdariyê em ê dengê xwe bidin û xwedî li dengê xwe derkevin. Roja dawî ye. Bikin ku her kes dengê xwe bi kar bînin. Heta saet 22:00 deng dikare bê bikaranîn. Bi bikaranîna dengan em ê desthilatdariyê têk bibin û hesab jê bixwazin. Yên ku vê desthilatdariyê têk bibin jî em in."